Esnafên Wanê jî dibêjin 8-0
Esnafên Wanê ji bo hesabpirsîna ji krîza aborî, li benda 14’ê Gulanê ne. Esnaf wiha dibêjin: “Li Wanê wê bibe 8-0.”
Esnafên Wanê ji bo hesabpirsîna ji krîza aborî, li benda 14’ê Gulanê ne. Esnaf wiha dibêjin: “Li Wanê wê bibe 8-0.”
Esnafên Wanê bal kişandin ser krîza aborî û gotin ku êdî guhertin pêwîst e.
Esnafên Wanê tiştên ku bi serê wan hatine û têkildarî bendewariyên xwe yên ji bo 14’ê Gulanê, ji ANF’ê re axivîn.
Huseyîn Akdag ku ev 30 sal in li ber aşxaneyê ye, wiha got: “Em di nava krîzek aborî ya mezin de dijîn û mirov nikarin debara xwe bikin. Em hatin dawiya hikûmeta AKP’ê ya 21 salî û wê wisan jî çêbibe. Teqez wê biçin. Dibêjin siyaseta pîvazê nekin, lê kîsekî pîvazê bûye hezar 500 TL. Mirov nikarin pîvaz û pitatan bibin mala xwe. Niha bi hezaran mirovên me tenê ji ber fikrên xwe, li girtîgehê ne. Ez bawer dikim ku Partiya Çepên Kesk wê 100 parlamenteran derxîne û wê bi rengekî herî xurt nûneriya me bike.”
Firoşkarê xurekan Selamî Yeşîlbaş diyar kir ku niha ew di nava krîzek mezin de ne û got: “Qeyûm 4 caran ceza li min birî. Qeyûm ji zimanê gelê me fêm nake. Ev kolana me, kolana gundiyan e. Her kes divê di vê hilbijartinê de li ser dengê xwe baldar be, ez dixwazim ku guhertin çêbibe. Divê kesek hîn demokratîk û hîn zêdetir ji rewşa mirov fêm dike, êdî bi rê ve bibe. Em dixwazin ku desthilatdariyek siyasî hebe ku em bikarin derdê xwe jê re bibêjin. Pêwîstiya gelê me bi vê heye.”
‘PERE HEMÛ LI ŞER RAZAND’
Esnafê kel û pelên spî Nevzat Hamzaogûllari destnîşan kir ku li Wanê encam wê bibe 8-0 û ev tişt got: “Em xurt in û bi hêvî ne. Êdî hêviya ti kesê ji vê hikûmetê nemaye. Hikûmetê pere hemû li şer razand. Li Tirkiye, Sûriye û Iraqê kete nava şer. Ez bawer dikim ku wê di vê hilbijartinê de guhertinek çêbibe. Her ji niha ve ji 14’ê Gulanê re dibêjin ‘derbeya siyasî’, lê me hemûyan dît ku di 15’ê Tîrmehê de lîstokek çawa hate lîstin. Em êdî ji van senaryoyan bawer nakin û ez bawer im ku gelê Kurd wê dîsa biryara herî rast bide.”
Firoşkarê pêlavan Zekî Orûk jî anî ziman ku hilbijartin ji bo guhertinê ne û got: “Ez bawer dikim ku wê di vê hilbijartinê de guhertinek çêbibe. Min gelek hilbijartin dîtine, lê ya wisan nedîtiye.Wekî hikûmet naçe hilbijartinê, wê biçe şer. Ez ê ji bo hilbijartinên serokkomariyê dengê xwe bidim Kiliçdaroglû, ji bo hilbijartinên parlamenteriyê jî dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk.”